BÊNIRXDÎTINA JINAN BI PAŞDEMAYÎNÊ ENCAM DIBE

Ji homosapîens bigire heta dema me ya aniha,mirov her tim di rêya lêgerîna rasteqîniya jiyanê de meşiyaye. Di vê rêya lêgerînê de bi hezaran caran likumiyê,di koncalan de werbûye û negotiye bes,dîsa bi wê koncalê rapelikiye û rêyeke din ji xwe re xêz kiriye. Di vê rêya lixwegerîn/perpitînê de bi milyonan tişt watedar bûne.Ji ber […]

BÊNIRXDÎTINA JINAN BI PAŞDEMAYÎNÊ ENCAM DIBE
BÊNIRXDÎTINA JINAN BI PAŞDEMAYÎNÊ ENCAM DIBE
Nûhat Qoser
  • Yayınlanma29 Mayıs 2023 17:40
  • Güncelleme29 Mayıs 2023 18:07

Ji homosapîens bigire heta dema me ya aniha,mirov her tim di rêya lêgerîna rasteqîniya jiyanê de meşiyaye. Di vê rêya lêgerînê de bi hezaran caran likumiyê,di koncalan de werbûye û negotiye bes,dîsa bi wê koncalê rapelikiye û rêyeke din ji xwe re xêz kiriye. Di vê rêya lixwegerîn/perpitînê de bi milyonan tişt watedar bûne.Ji ber hewcedariya têkiliyê,bi deng, ziman afirandiye.

Li kîjan heyînê rast hatiye û dengek pê ve zeliqandiye. Her alav û amûr,ajal û şênkayî bi nav kiriye. Gîhaya ku xwariye jê re bûye nan,ya ku qurniçandiye bûye derman. Ava ku xwe pê şûştiye paqijiyê nîşanî wê/î daye,ya ku vexwariye jiyana wê/î pê ve meşandiye. Van mirovan ji ava jiyanê vexwarin. Têna wan şikest û ji hovîtiyê safî bûn. Avê li axê reşandin û ji afirandinê hay bûn. Hejmara wan her çû û pir bû. Bi vê zêdebûnê rola jinan ji ya mêran mezintir bû. Bi saya qabiliyeta jinan ya zayînê,mêran wan pîroz didîn. Jinan diperestin.

Bi vê minasebetê jî dengê xwedawend li zimanê wan zêde bû. Ne diyar e ku vê helwesta ku mêran li ber jinan pêk dianîn ji ku qetiyaye lê em bi çavê îroyîn binihêrin,jin bûne zêdehiya ser kezebê. Mîna xulamekê dihên dîtin di vê erdnîgariya ku jin tê de bûbûn afirîner,perestgeh û hwd. Êdî çêr li wan dikin,li wan dixin û dikujin. Li her malê,herî kêm carekê, qîrîna wan olan daye.

Mêr xwe bi vê sekinê paye dikin. Mîna di pêşbirka ravekirina hêza fizîkî de bin,qala lêdana ku li hevserên xwe kirine dikin. Sîngê li xwe dikin berkurka elokê û dibêjin:
-Nikare bêje ‘kirt!’, ez dev û diranê wê dişikînim.
-Tu pê li serê jinê neke,dê bê berdan.
-Tu dibîne,hê nikare bi jinekê.
Û dawiya dawî vê yekê bi navê ‘zilam-tî’ pênase dikin.

Van zilamên ku nesîbê xwe ji ava heyatê nestendine û her tî mane,êrîşî kaniyên hebûnê (jinan) dikin û hemû mirovahiyê di çoleke beyar de qir dikin.
Tişta ku herî xerab jî ev e;yên mîna min,hay ji vê xelayê ne,berteka xwe nîşan nadin an jî nakin karê xwe. Ez di avahiya malbatê de dijîm,seranser bi meriv û nasan dorpêçkirî me. Tu dibê qey min di kewarek kelmozê de ji xwe re cîh girtiye. Bivê nevê yek caran bi hev vedidin. Carinan jî bûyerên kambax dihên bihîstin helbet;hevserê xaltîka min jê re çêr kiriye,xalê min li xalojina min xistiye…

Xalê min ji ber ku hevsera wî êvarekê şîv çênekiriye,sênîk di pişta wê de şikenandibû. Berî her tiştî hêrsek xwe li min pêçand lê bêkêr bû. Mîna çirûskan vêketin û bi carekê ve tefiyan. Paşê şermek bi min ket,min ji ber bêdengiya xwe şerm kir. Lê ew jî bêkêr bû. Van kêzikên dirinde yên malbatê civînek lidar xistin. Ji eyba dinê hewil didan ku tiştên qewimî ne bincilik bikin û kes nebihîse. Devê wan wekî marên reş vebû û jahrê bera hişê yên ku digotin ‘ev tişt neheqî ye,kambaxî ye!’ didan. Bi ya wan be,kesên ku dijberê sekina ‘zilam-tî’ ne,serpîrek û bizdonek in. Bi van nezanî/bînefiskên xwe bi ser ketin. Yên dijber bi awayekî binketina derûnî bêdengiya xwe parastin. Jin jî kilîtê li devê xwe xistin.

Mirovahiya malbata me jî bi vî awayî radestî destên homosapîensên hov bû. Em bi gelemperî lê binihêrin;jin zimanê xwe qut kirin,xwe bê maf dîtin û xulamtiyê bê dilî xwe pejirandin.Ji ber van (ne)fikirên mirovî malbata min her li paş ma. Erdnîgariya me her di heriyê de çikiya. Gelê me her û her likumî û di koncalan de werbû. Bi koncalê ve ranepelikî û erd bi ser de hedimî. Ji wan demên ku ‘jin’ ji bo me ‘jîn’ bû,afirîner bû,xwedawend bû;pirîskek nema. ‘Mêr’ beramberî ‘mirin’ê bû. Tekane çareseriya vê kambaxiyê qîrîna ji dêvila jina ku nikare biqîre ye. Divê her mêr(ne zilam)ên ku li dijî ‘zilam-tî’yê derdikeve ji dêvila jinan biqîre. Divê her ku jin bê deng ma,mêr ji dêvila wê biqîre!